Wezîrê Darayî yê Siûdiyê: Aramiya Herêma Kurdistanê ji me re girîng e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Darayî yê Erebistana Siûdî Mihemed El Ce’dan civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Adara 2022an li perawîza Lûtkeya Cîhanî yê Hikûmetan li Dubay, ligel Wezîrê Darayî yê Erebistana Siûdî Mihemed El Ce’dan civiya.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amade bû, guftûgo derbarê dawî pêşhatên Iraqê û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdiyê hatin kirin û tekezî li girîngiya pêşvebirina hevahengî û hevkariyan di navbera her du aliyan di hemû waran de hate kirin.

Civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Darayî yê Siûdiyê
Civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Darayî yê Siûdiyê

Piştî civîna, Wezîrê Darayî yê Siûdiyê Mihemed El Ce’dan ji K24ê re ragihand, “Me civîneke serkeftî ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û pêwendiyan di hemû warên cuda de bi pêş dixin.”

Got jî: “Herêma Kurdistanê û aramiya wê ji me re girîng e. Di civînê de me guftûgo li ser hevahengî û hevkariyên di warên cuda de hate kirin. Em ji bo bicihbûna aramiyê jî bi hev re hevkar dibin.”