Baregeheke leşkerî ya Tirkiyê li Neynewayê rastî êrîşeke mûşekî hat
Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeheke leşkerî ya hêzên Tirkiyê li devera Başîk a li parêzgeha Neynewayê, derengê şeva borî bi hejmarek mûşek hate armanckirin.
Dijeterora Kurdistanê belav kir, baregeha Zêlkan a hêzên Tirkiyê li gundê Derawîş ê li devera Başîkê, bi pênc mûşekan hat armanckirin.
Li gor zanyariyên Dijeterora Kurdistanê, du mûşek li nava baregehê ketin û sê mûşekên din jî li çiyayê Başîk ketin û di encamê de ti ziyanên canî derneketin.
Hebûna hêzên Tirkiyê li baregeha Zîlkanê ya li bakurê rojhilatê Mûsilê, demeke dirêj e nakokî di navbera Bexda û Enqerê de derxistiye, Tirkiye jî dibêje hebûna wê ji bo şerê li dijî PKKê ye.