Li Sûriyê 4 zarok ji aliyê firokeyên rejîmê ve hatin kuştin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî ragihand; îro di êrîşeke esmanî ya rejîma Sûriyê de li sînorê parêzgeha Idlibê, 4 zarok hatin kuştin.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî ragihand; îro di êrîşeke esmanî ya rejîma Sûriyê de li sînorê parêzgeha Idlibê, 4 zarok hatin kuştin, ku ji dibistanê vedigeriyan malê.

Hêzên Berevaniya Şaristanî ya Sûriyê ragihand, ew çar zarok dema ji dibistanê vedigeriyan malê hatine kuştin.

Herwiha ragihandiye ku tîmên rizgarîkirinê, termên her çar zarokan radestî malbatên wan kirine. Çavkaniyên navxwe eşkere dikin ku temenê wan zarokan li jêr 18 salî ye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî destnîşan kiriye ku hejmareke din jî di wê êrîşa esmanî de birîndar bûne, lê derbarê hejmara birîndaran de zanyarî nehatine belavkirin.