Li Tirkiyê 12 hezar û 213 kesên din bi Koronayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 37 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 5ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 12 hezar û 213 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 37 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 13 hezar û 568 kes baş bûne.