Parêzerên jin banga berdana Aysel Tugluk dikin

Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk bi nexweşiya demansê ketiye û ji zêdeyî 5 salan e girtî ye
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Parêzerên Siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk a ku ev ji zêdeyî 5 salan e di zindanê de ye û tûşî nexweşiya demansê/jibîrkirinê bûye, dibêjin rewşa tenduristiya Tugluk gelek xerab e û bi rapora bijîşkî jî hatiye îspatkirin ne pêkan e ku Tugluk di girtîgehê de bimîne. Li gel rapora bijîşkan biryara bernedana Tugluk, ji hêla hiqûqnasan ve wek biryareke siyasî tê nirxandin.

Aysel Tugluk a siyasetmedara Kurd û parlamentera berê ya HDP ku bi endamtiya rêxistina îllegal tê tohmetbakirin ev ji zêdeyî 5 salan e di zindanê de ye herî dawî tûşî nexweşiya demansê yanê jibîrkirinê bû û ji hêla parêzeran ve jî wek nexweşiyeke giran tê binavkirin.

Komeke parêzer piştî li girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê li gel Tugluk hevdîtin pêk anîn bal kişandin ser rewşa xerab a Tugluk û daxwaza berdana wê kirin.

Parêzer Gul Altay ji K24ê re got: “Berdewamiya girtina Aysel Tugluk, nexweşiya wê kurtir dike. Di şertên wek hepsê de ev nexweşî zû belav dibe. Ji bo ku pêşî vê yekê were girtin, divê Tugluk were berdan. Ez çûm cem wê, min dît ku tiştên di demek nêz de rû didin ji bîr dike, gelek caran hevalên wê alîkariya wê dikin.”

Nexweşxaneya fermî der barê Tugluk de bi raporeke bijîşkî ragihand ku ne pêkan e ku Tugluk di hepsê de bimîne. Lê saziyeke din a fermî Saziya Bijîşkî bo berdana Tugluk rapor neda.

Li gor parlamentera HDP Zuleyha Gulum biryara Saziya Bijîşkî biryareke siyasî ye.

Parlamentera HDP Zuleyha Gulum dibêje: “Nexweşxaneya dewletê raporek da û gotin: ‘Ne pêkan e ku Aysel Tugluk di girtîgehê de bimîne.’ Lê rayedarên vî welatî vê raporê qebûl nakin. Ji bo berdana Tugluk astengiyeke yasayî tune. Lê li Tirkiyê ji bo berdana girtiyeke nexweş rapora Saziya Bijîşkî ya Adlî tê pejirandin ku ew sazî jî wek hizbî nêzî desthilata siyasî ye û raporekê nade. Mîna Tugluk gelek girtiyên nexweş hebûn ku rapora berdanê nedan û piştî demekê di zindanê de mirin. Ev sûceke mezin e.”

Li gor amarên par a Komeleya Mafên Mirovan li girtîgehên Tirkiyeyê hezar û 605 girtiyên nexweş hene ku ji wan rewşa 600 kesî gelek xerab e û di nava du salan de herî kêm 60 kes di zindanê de jiyana xwe ji dest dan.