Zelensky daxwazê ji Ukrayniyan dike xwe ji operasyonên mezin ên Rûsyayê re amade bikin

Serokê Ukraynayê: Em ji êrîşên Rûsyayê re amade ne û em ê bersivê bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky daxwazê ji welatiyên xwe dike di amadebaşiyê de bin, ji ber ku Rûsya amadekariya operasyonên mezin li rojhilatê Ukraynayê dike.

Zelensky şeva borî di gotarekê de got: “Ew (Rûsya) dikarin zêdetir mûşek û bombeyan li dijî me bikar bînin. lê em ji êrîşên wan re amade ne. Em ê bersivê bidin.”

Roja 24ê Sibata 2022yan, Rûsya ji sê aliyan ve dest bi êrîşên bejahî û esmanî li ser Ukraynayê kir û 47 roj in şer û pevçûna  di navbera artêşên Rûsya û Ukraynayê de berdewam in.

Rûsya dibêje, ew ê hewl bidin piştî lawazkirina karînên şer ên hêzên Ukraynayê, “rojhilatê Ukraynayê rizgar bikin”.

ji aliyekî din ve, Zelensky îdiaya Moskoyê ya ku dibêje sivîl li seranserê Ukraynayê di encama êrîşên leşkerî yên Ukraynayê de hatine kuştin, red kir û ew wek “nîşana lawaziya Rûsyayê” bi nav kir.

Serdozgerê Ukraynayê diyar kir ku ji dema vekişîna hêzên Rûsyayê ji Kîev û derdora wê û heta niha, 1222 term hatine dîtin.