Dr. Ehmed Ozer: Pêwîstiya Tirkiye bi petrola Herêma Kurdistanê heye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêrê siyasî Prof. Dr. Ehmed Ozer derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan de ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo bazirganî û aboriya Tirkiyê gelekî girîng e.   

Çavdêrê siyasî Prof. Dr. Ehmed Ozer derbarê hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan de ji K24ê re ragihand, di hevdîtinê de guftûgo li ser sê mijarên sereke hatin kirine, pêwendiyên dualî, aborî û enerjiyê. Bi taybet ku piştî şerê Rûsya û Ukraynayê de ku Tirkiye ji sedî 85 a enerjiyê ji Rûsyayê hawerde dikir, niha pêwîstiya Tirkiyê bi gaz û petrol Herêma Kurdistanê heye.  

Ozer destnîşan kir jî, Herêma Kurdistanê ji bo bazirganî û aboriya Tirkiyê gelekî girîng e. Piştî referandûm Herêma Kurdistanê, bazirganiya di riya deriyê sênorî yê Îbrahîm Xelîl re lawaz bûbû, lê niha pêwendiyên bazirganî careke din wek berê vegeriyan. Herwiha Tirkiye jî ji Herêma Kurdistanê re jî girîng e. Di vî warî de jî, bi dilniyayî pêwendiyên aborî dê bandorê li ser pêwendiyên siyasî bikin.

Ozer bal kişande ser wê yekê, ev herêm ji bo Amerîka, Ewropa û Tirkiyê gelekî girîng e, bi taybet di pirsa enerjiyê de, ji ber ku ew naxwezin sedî sed pişta xwe bi enerjiya Rûsyayê ve girê bidin. Dema aramî di vê navçeyê de hebe, dê bandora wê ya erênî hebe.

Tekez kir jî, di dema ku pêşveçûn di pêwendiyên aborî û bazirganî de di navbera Enqere û Hewlêrê de çêdibin, pêwîst e Enqere pirsên siyasî û serfiraziya Herêma Kurdistanê de dijminatiyê neke.