Li 6 bajaran biryara desteserkirina 44 kesan hat dayîn

Ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir ve bo 44 kesan bi sedema ku ji aliyê aborî ve piştgiriya PKKê kirine biryara binçavkirinê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekir ve bo 44 kesan bi sedema ku ji aliyê aborî ve piştgiriya PKKê kirine biryara binçavkirinê hat dayîn. Hat ragihandin  ku operasyon li 6 bajaran pêk tê û di nav kesên biryara binçavkirinê bo wan hatiye dayîn de rêveberên saziyên sivîl jî hene.

Li gorî çavkaniyên fermî Serdozgeriya Komarî Ya Diyarbekirê li 6 bajaran bo 44 kesan bi tohmeta alîkariya PKKê ji aliyê aborî ve biryara binçavkirinê daye.

Hat ragihandin ku navenda operasyonê Diyarbekir e û piştî xebatên 2 salan ev operasyon hatiye lidarxistin û tê amajekirin ku dê operasyon derbeyek mezin li aboriya PKKê bide.

Di daxuyaniya operasyonê de bal tê kêşan ku piştî hilbijartinên 2019an di Şaredariyên HDPê de hatiye tespîtkirin ku di îhaleyan de pêkutî hatine kirin û bi vê wesîleyê jî pere bo rêxistina neyasayî hatine veguhastin.

Hat zanîn ku di nava kesên ku hatine binçavkirin de Serokê Meclîsa Jura Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir Karsaz Celalettîn Bîratne jî heye.

Herî dawî di 15ê Nîsanê de jî bo 91 kesan biryara binçavkirinê hatibû dayîn.