Serdana Mesrûr Barzanî bo Londonê vekirina deriyekî mezin e ji bo pêwendiya di sektora tendirustiyê de

"Yekem derencam û çêbûna pêwendiya hevahengiyê piştî serdana Mesrûr Barzanî bo nexweşxaneya Guy's a li Londonê derket."

Hewlêr (K24) – Şarezayê Navdewletî yê li Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê (WHO-CC) Prof. Dr. Selman Rewaf li Nexweşxaneya Guy's ragihand, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Nexweşxaneya Guy's a li bajarê Londonê vekirina deriyekî mezin e ji bo pêwendiya sîstema tendirustiyê.

Prof. Dr. Selman Rewaf li ser serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Nexweşxaneya Guy's diyar kir, yekem derencam û çêbûna pêwendiya hevahengiyê piştî serdana Mesrûr Barzanî bo nexweşxaneya Guy's a li Londonê derket.

Şarezayê Navdewletî yê li Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê (WHO-CC) yê li Imperial College London û Sîstema Tendirustiya Niştimanî (NHS) li welatê Brîtanyayê Prof. Dr. Selman Rewaf di peyamekê de eşkere kir: “Em kêfxweş dibin û amade ne ji bo piştevaniya sîstema tendirustiyê li Kurdistanê, pêwîstiya me bi danîna nexşerêyek heye ji bo pêşvebirina xizmetguzariya tendirustiyê, ev nexşerê dê bibe amûreke nuwaze ji bo bidestxistina piştgiriya Brîtanya û aliyên din ji bo sîstema tendirustiya Kurdistanê.”

Rewaf herwiha eşkere kir: “Ez û tîmên me li Navenda Hevahengiyê ya Rêxistina Cîhanî ya Tendirustiyê (WHO-CC) ya li Imperial College London û Sîstema Tendirustiya Niştimanî (NHS) kêfxweş in ji bo karkirina ligel we li ser vê projeyê.”