Li Efrînê bombe bi otomobîlekê de teqiya

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bombeyek bi otomobîla fermandarê grûpa Feyleq Er Rehman de teqiya.
Efrîn
Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bombeyek bi otomobîla fermandarê grûpa Feyleq Er Rehman de teqiya.

Hat ragihandin ku li taxa Eşrefiye ya Efrînê bombeyek bi otomobîla fermandarê grûpa Feyleq Er Rehman de teqiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de kesek hatiye kuştin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî tê çûye û her car teqîn rû didin û di encamê de jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.