Blinken: Xistina Rûsya di lîsteya 'welatên piştgirî didin terorê' de tê lêkolînkirin

Blinken got: “Tu gumanên min tune ku Rûsya, terorê li hember gelê Ukraynayê dike.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken ragihand, ji ber operasyona Rûsya li Ukraynayê, dibe ku rêveberiya Amerîka Rûsyayê têxe lîsteya “dewletên piştevanên terorê dikin”.

Blinken di rûniştina Kongressê de di bersiva pirseke Senatorê Komarî Lindsey Graham de got: “Em lêkolîna wê yekê dikin. Pisporên yasayî jî vê yekê lêkolîn dikin.”

Blinken got: “Tu gumanên min tune ku Rûsya, terorê li hember gelê Ukraynayê dike.”

Rojnama “Washington Post” di destpêka vê mehê de ragihandibû, Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky ji hevtayê xwe yê Amerîkî Joe Biden xwest ku Rûsya bixîne nav lîsteya Amerîkî ya terorê.

Pêştir, Berdevka Koşka Sipî Jen Psaki gotibû, ew nikare ti daxuyaniyê di vî warî de bide. Lê Wezareta Derve ya Amerîka piştrast dike ku ev mijar di lêkolînê de ye.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniya Rûsyayê zêdetirî ji carekê ragihand ku operasyona wê ya leşkerî li Ukraynayê sivîlan nake armanc.