Li bazara Tirkiyê beriya cejnê liv û tevgera salên berê tune

Ji ber bihabûna berheman û daketina nirxê Lîreyê hêza kirîna xelkê jî dadikeve û ev jî dibe sedema daketina kirînan li bazaran.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyeyê daketina nirxê Lîreyê bandoreke xerab li ser kirîna xelkê dike. Ji ber bihabûna berheman û daketina nirxê Lîreyê hêza kirîna xelkê jî dadikeve û ev jî dibe sedema daketina kirînan li bazaran. Dikandar amaje dikin qelebalixî û coşa cejnên berê rû didan îsal nîn e, li bazar mişteriyên Tirk tune ne, bi saya hinek geştyarên biyanî debara xwe dikarin bikin.

Bazara Mahmutpaşa ya Stenbolê yek ji mezintirîn û navdartirîn bazara Tirkiyê ye ku wek navenda kirîna cil û bergan tê zanîn.

Li bazar salên berê bi nêzîkbûna cejnê bo kirîna berheman qelebalixeke mezin rû dida lê îsal ber ev cejnê ve jî liv û tevgera salên berê tune.

Dikandarên bazarê amaje dikin îsal ji ber zêdebûna rêjeya enflasyonê ku niha ji%61,14 tê zanîn bihayên berheman li gor par herî kêm du qat zêdetir bû. Ji ber bihabûnan firotina wan gelek daketiye.

Dikandar Gokhan Akman ji K24ê re diyar kir: “Ji ber ku pereyê xelkê tune li bazaran jî liv û tevgerekê tune. Mûçeya ku xelk distîne jî têrî lêçûnan nake. Çimkî bihabûneke cidî li Tirkiyê heye. Li gor sala borî bihayên berhemen herî kêm %150 zêdetir bû. Mişteriyên me yên vî welatî îsal gelek daket.”

Beramberî bihabûna berheman bi daketina nirxê lîreyê Tirkiyê ku qîmeta wê nemaye hêza kirîna hemwelatiyên Tirkiyê jî daket. Li bazar mişteriyên ji Tirkiyê zêde xuya nakin lê bi zêdebûna nirxên dirawên biyanî zêdetir geştyarên ji derveyî Tirkiyê berê xwe didin bazarê û bi kirîna biyaniyan dikandarên li bazar dikarin debara xwe bikin.

Dikandar Emir Ismaîl destnîşan kir: “Niha hêza kirîna xelkê gelek daketiye loma li bazarê mişteriyên Tirk jî gelek kêmtir bûye. Bi xêra geştyaran ku pereyê wan beramberî lîreyê Tirk bi qîmet e em hinek kar dikin, geştyar jî nehatibana niha me dikana xwe zû da girtibû. 25 sal in li vê bazarê kar dikim, ev du sê sal in rewşa bazar gelek xerab e.”

Li bazar hemwelatiyên biyanî têra xwe kirînan dikarin bikin lê hemwelatiyên Tirkiyê ji ber daketina nirxê perêyê xwe bi dilê nikarin tiştek bikirin.

Welatiyek dibêje: “Ji %30an heta ji %100an bihayên berheman hatiye zêdekirin. Em xelkê Tirkiyê, ji ber bihabûnan nikarin pêdiviyên xwe yên sereke bikirin.”

Xelkê vî welatî ku berê bêhtir wek manen xweziya xwe bi cejnên berê dianiyan niha wek madden jî xweziya bi cejnên zemanê berê tînin.