Li Silêmaniyê teqînek di kafêtêryekê de rû da û 15 kes birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Silêmaniyê bi sedema teqîna butleke gazê li kafêtêryekê, 15 kes birîndar bûn û avahiya kafêtêryayê hilweşiya.
Li gorî gotina hin şahidhalan, îro berbangê demjimêr 01:10 teqîneke mezin li kafêtêryekê rû da.
Li gorî şahidhalan, di encama teqînê de, nêzîkî 15 kesan birîndar bûn û eger heye 2 kes jî di bin dar û kevirên kafêtêrya yên hilweşyayî de mabin.
Piştî rûdana teqînê, tîmên berevaniya şaristanî, Hawartin û hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê.
Jêderekî ji Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê da zanîn, 15 birîndarên teqînê ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin, çareseriyên pêwîst ji wan re hatin kirin û ji wan 4 birîndar ku birînên wan sivik bûn vegeriyan malê.
Ew kafêtêryaya teqîn lê rû daye, li ser riya Salim yê Silêmaniyê dikeve û ji aliyê xelkê bi navê “Serholeke” tê naskirin. Li wî cihî hejmareke mezin ji kafêtêrya, qehwexane û çayxane hene û û heta ber destê sibê vekirî dimîne û gelek geştiyar berê xwe didinê.