Li Enqerê piştî 2 salan Festîvala Kulîlkan hat sazkirin

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê demsala Biharê piştî ku rûyê xwe yê germ nişan da festîvalên ciyawaz jî tên lidarxistin. Li Enqera paytexta Tirkiyê bi saya festîvala bi navê flowers fest ango festîvala kulîlkan bi bi sedan hilberînerên kulîlkan hatin bal hev du û berhemên xwe pêşkeşî kulîlkhezan kirin. Herwiha li qada festîvalê ji bo kesên dixwazin çandiniya organik bikin jî tov û şitlên organik û xumalî tên firotin.

Li Tirkiyê piştî hewayê sar, bi zêdebûna germa hewayê biharê re festîvalên ciyawaz tên amadekirin. Li enqera paytexta Tirkiyê bi beşdariya 70 kompanyeyan û bi piştevaniya şaredariya bajarê mezin ya Enqerê festîvala bi navê Flowers fest hate lidarxistin. Li seranserê Enqerê bi sedan hilberînerên çîçek, kulîlk û şitlên daran di vê festîvalê de berhamên xwe pêşkeşî welatiyan kirin. Di qada festîvalê de li gel reng û dîmanên ciyawaz bihna kûlûlkan jî têrê kir ku serdêrên hatine vê festîvalê pê mest bibin. Di Ev festîvala ku ji ber veyrosa koronayê ev du sal bûn nedihate kirin bi sedan zêdetir cure çîçek û kûlûlk tên pêşandan.

Kulîlkhez: “Kulûlkhez bila teqez berê xwe bidin vê festîvalê û kulîlkên xwe bistînin. Festîvaleke nuwaze ye û bi sedan zêdetir kulîklên rengûreng hene. Ji bo xemla şaneşîna xwe min jî ev kulilke kirrî.”

Kulîlkhez: “Bi rastî jî li xwezaya me gellek kûlûlk û çîçek hene. Xwezî kî qada festîvalê hindeki din firehtir bibûna da ku ji tevahiya welêt nebat û kulîlk bihata pêşandan. Her cure rengên biharê di vê festîvalê de hene. Reng û bêhna kulîlkan ez mest kirim.”

Li gel van kûlîlk û çîçekên bêhn xweş di qada festîvalê de ji bo kesên ku dixwazin di nava baxçe û bostanê xwe de bi rehetî çandiniyê bikin tov û şitlên, kûlîlk, sebze û fêkiyan jî tê firotin. Herwiha ji bo Herêma Kurdistanê jî ev tov tên hinadekirin.

Firoşkarê Tov û Şitlan Nurullah Kiliç: “Em li vê derê tov û şitlên kullîlk, sebze û fêkiyan difiroşin. Tov û şitlên me xumalî û organîk in. Lazime ku her cotkarek tov û şitlên xwe bi xwe hilberîne û em dibêjin mistek tovê xumalî azadiye. Em zêdetir tov û kulîlkên xwe ji bo Hewlêrê rêdikin. Di warê çandiniyê de bazirganiya me bi Hewlêrê re xweş û geş e.”

Cotkar Îlhamî Eminoglu: “Ez 60 salî me û yekem care ku ez ê dest bi çandiniya organik bikim ji ber vê çendê jî ez hatim vê festîvalê ji bo baxçe û bostana xwe tov û şitlan bikirim. Lê belê nirxê berheman gellek biha ye. Ji xwe mazot, benzin û zibil biha ye. Di ser de jî tov biha ye.  Lê disa jî festîvaleke xweş e.”

Li gel kulîlkên rengreng, tov ûşitlan div ê festîvalê de ji bo xemila di nava malan û baxçeyan jî berhemên ku bi daran hatine çêkirin û bi kûlûlkan hatina xemilandin cih digrin. Kesên ku dixwazin bi saya vê festîvalê dikarin mal û baxçeyê xwe bi rengên ciyawaz bixemlîne.