WKAN li Swêdê perwerdeya Kurdî dide dehan zarokan

Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn (WKAN) a ku di Adara 2002an de li Stockholmê hatiye damezrandin, xebatên xwe yên li ser çand, huner, wêje û ziman didomîne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn li Swêdê (WKAN) di nav dezgeha xwe de her hefteyê bi zaravayên Soranî û Kurmancî perwerdeyê dide nêzîkî 100 xwendekaran.

Weqfa Kurdên Anatoliya Navîn (WKAN) a ku di Adara 2002an de li paytexta Swêdê Stockholmê hatiye damezrandin, xebatên xwe yên li ser çand, huner, wêje û ziman didomîne.

Her wiha di WKANê de çanda kurdên Anatoliya Navîn, pêşxistina zimanê wan û xurtkirina nasnameya wan bi pêş dikevê.

Weqf balê dikişîne ser wê yekê ku ew zêdetir girîngî didin zarok û jinan. Balê dikişîne ser wê yekê ku zêdeyî 100 hezar kurd li Swêdê dijîn û her wiha girîngiyê dide mafê penaberî, kar, karsazî û perwerdehiyê.

Mekteba Şemiyê

Yek ji xebatên weqfê yên herî girîng û aktuel perwerdehiya bi zimanê kurdî ye ku jê re dibêjin “Mekteba Şemiyê” (Dibistana Şemiyê).

Li saziya perwerdehiyê ku piraniya wan ji zarokên kurdên Anatoliya Navîn pêk tê, rojên şemiyê dersên bi zaravayên Kurmancî û Soranî tên dayîn.

Yek ji berpirsên weqfê û yek ji damezrînerên Mekteba Şemiyê Dr. Hayrettin Gûven ji Kurdên Konyayê ye.

Guven anî ziman ku wan di encama xebat û hevdîtinên dirêj de dest bi xebatên saziya perwerdehiya kurdî kirine û diyar kir ku heta niha ji saziyên fermî yên Swêdê ti alîkariya darayî wernegirtine.

Guven, anî ziman ku ji bo berdewamkirina xebatên perwerdehiyê daxwaza pereyan kirine û diyar kir ku şaredariyê alîkariya madî bike.

Çalakiyên Perwerdeyî

Guven da zanîn ku çalakiyên perwerdeyî  di nav “Komeleya Dê û Bavên Mekteba Şemiyê” de berdewam dike, diyar kir ku perwerdeya bi zimanê kurdî di nav armancên weqfê de ye, lê bi salan e ev yek ne pêkan e.

Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku tişta qewimî rewşeke derûnî ye û nebûna peywendiya di navbera zarok û dê û bavan de pirsgirêkên girîng çêdike. Dr. Hayrettîn Guven got: 'Bi perwerdehiya bi zimanê dayikê, derfeta zarokan heye ku bi hev re zimanên din hîn bibin.'

Li gorî Guven, dibistana di nava desteya WKAN’ê de ku bi zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî perwerdeyê dide, ji Îlona 2021’an ve dest bi xebatên xwe yên perwerdehiyê kiriye.

Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku beriya ku dibistan dest bi xebatên xwe bike, di nava 2,5 salan de bi giştî 50 hefte 13 kesan perwerdehiya ziman dît û ev pêvajo wiha rave kir:

“Li vir saziyeke dewletê ya ji aliyê demokratan ve hatiye avakirin heye. Ger projeya we di vê saziyê de bi erênî were pêşwazî kirin, ji mamosteyan re mûçeyek diyar tê dayîn û ji xwendekaran re dersgirtin hêsantir dibe. Ji bo perwerdekirina mamoste û xwendekaran me serî li wir da. Piştî xebateke dijwar serlêdana me hat qebûlkirin. Bi dîtina mamosteyên kurdî yên ku ji zaravayê kurdên Anatoliya Navîn diaxivin têdigihin, perwerdekirina kesên ku dê dersên kurdî bidin dest pê kirin. Di vî warî de Remzî Kerîm ku bi salan e li Swêdê wek zimanê zikmakî dersên kurdî dide.”

Guven da zanîn ku 100 xwendekar hene û dê û bav jî ji bo perwerdehiyê tên û got ku ne tenê perwerdeya ziman, matematîk, saz, folklor û amadekariya îmtîhana zanîngehê jî ev in; Çalakiyên wekî qursên boyaxkirina rûn û seramîkê dewam dikin.

Her wiha her hefte di navbera 70-80 xwendekar bi zimanê kurdî perwerdehiyê dibînin.

Guven diyar kir ku di weqfê de li şûna xebatên siyasî xebatên çandî didomin.

Yek ji armanca komeleyê ew e ku van çalakiyan piştî Swêdê li welatên cuda yên Ewropayê, di serî de Danîmarka û Norwêcê û li gundên kurdan ên li Anatoliya Navîn belav bike.