Eintracht Frankfurt li ser hesabê Rangers kupa Lîga Ewropayê hildigire

Eintracht Frankfurt
Eintracht Frankfurt

Navenda Nûçeyan (K24) – Eintracht Frankfurt di final  Lîga Ewropayê “UEFA Europa league” de bi penaltiyan (5 – 4) Glasgow Rangers têk bir û kupa vê qehremaniyê hilgirt.

Şeva borî li stadiuma Ramon Sanchez Pizjuan li Seville ya Spanyayê, Eintracht Frankfurt a Almanî û Glasgow Rangers a Scotlandî di final  Lîga Ewropayê “UEFA Europa league” de rûbirûyî hevdu bûn.

Piştî nîva yekem ya neyînî, Glasgow di xuleka (57) a lîstikê de bi riya lîstikavanê xwe Joe Aribo gol vekir. Eintracht jî di xuleka (69) de bi riya stêrkê xwe Rafael Buri encam wekhev kir.

Dema orijenal a lîstikê û dema zêde bi wekheviya 1-1 bi dawî bûn, ji ber vê yekê her du tîm çûn penaltiyan ku Eintracht Frankfurt (5 – 4) bi ser ket.

Ev cara duyemîn e ku Eintracht Kupaya Lîga Ewropî piştî ya yekem di 1980 de (bi navê Kupaya Federasyonê) hildide.

Ji aliyê din ve, Glasgow Rangers nekarî nasnavê xwe yê yekem di vê pêşbaziyê de bi dest bixe.

Ev sernav dê rê bide Eintracht Frankfurt di werzê pêş de rasterast beşdarî Champions League bibe, tevî ku di rêzbendiya Bundesliga de di rêza 11emîn de ye.