Tora Têkoşîna Hember Tundiyê: Kuştina jinan ji ber polîtîkayên dewletê ye

Ji ber ku di demên dawîn de tundiya hember jinan di zêdebûnê de ye û bûyerên kuştina jinan ser hev rû didin, Tora Tekoşîna Hember Tundiyê Ya Diyarbekir derbarê mijara tundiya ser jinan de daxuyaniyek da
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Tora Tekoşîna Hember Tundiyê Ya Diyarbekir li Diyarbekirê bi cîvîneke çapemeniyê bal kişand ser zêdebûna tundiya hember jinan ku di demên dawîn de li Diyarbekir, Elezîz, Wan û Şirnexê kuştinên jinan rû dan.

Ji ber ku di demên dawîn de tundiya hember jinan di zêdebûnê de ye û bûyerên kuştina jinan ser hev rû didin, Tora Tekoşîna Hember Tundiyê Ya Diyarbekir derbarê mijara tundiya ser jinan de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Qada Şêx Seîd hat dayîn. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Parêzer Berfîn Polat ve hatî xwendin, hat amajekirin ku sedemên wek sizanedana tawanbaran, efûya tawanbarên girtîgehan de û rêkûpêkkirina yasayên ne ji dil, rê li ber zêdebûna tundiyê vedike ku dewlet jî şirîkê vê tawanê ye.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku tundî û destdirêjiya hember jinan a ku li tevahiya Tirkiyeyê rû dide, bi taybetî li ser jinên Kurd dijwartir û hovanetir tê meşandin.