Encûmena Êzidiyan: Ciwanên Şoreşger keçeke Êzidî ya biçûk revand

Encûmena Êzidiyên Sûriyê radigihîne, “Keçeke biçûk a Êzidî ji aliyê rêxistineke ser bi PYD /PKK ve hat revandin”.
Sîlav Hemîd Cafer
Sîlav Hemîd Cafer

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Êzidiyên Sûriyê radigihîne, “Keçeke biçûk a Êzidî ji aliyê rêxistineke ser bi PYD an (PKK) ve hat revandin”. Her wiha dibêje, “Jiyana koçberên li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û PYDê de, ji metirsiyê ne dûr e.”

Encûmena Êzidiyên Sûriyê duhî di daxuyaniyekê de ragihand, “Rêxistina Ciwanên Şoreşger, Sîlva Hemîd Cafer ku ji gundê Basûfanê yê Efrînê, li ser riya dibistanê li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hat revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gor wê encûmenê, xwediyê Sîlva ji bo zanîna çarenivîsa keça xwe, li deriyê hemû saziyên ewlekarî û îdarî, yasayî û kesên ku pêwendiya wan bi PYDê re hene dane, lê ew negihîştine ti encamê.

Encûmena Êzidiyên Sûriyê tekez dike ku Sîlav Hemîd Cafer nexweş e.

Encûmena Êzidiyên Sûriyê destnîşan dike “Piştî çar salan ji koçberkirina bi deh hezaran xelkê Efrînê ber bi herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser li Helebê û kampên Şehba de, eşkere bû ku jiyana wan ji metirsiyê ne dûr e. Rêxistina Ciwanên Şoreşger a Partiya PYD (PKK) bi awayekî terorîstî bi revandina zarokên temen biçûk ji destên dayikên wan û birina wan bo eniyên nediyar berdewam e”.

Herwiha dibêje: “Revandina mirovan bi giştî û zarokan bi taybetî di hemû ayînên asmanî, yasayên mirovî û prensîbên mirovî de reftareke bêexlaqî û kiryareke terorîstî ya şermezarkirî ye.”

Diyar dike jî: “Heta Dadgeha Tawanan a Navdewletî jî, di xala (B) û (H) ya benda 8ê ya destûra xwe de, leşkerkirina zarokan, çi neçarkirin û çi bi dilxwazî, ji aliyê hêzên çekdar ve wek tawaneke şer û tawanên li dijî mirovahiyê dibîne.”

Da zanîn jî “Berpirsê leşkerî yê Hêzên Sûriya Demokratîk bi xwe jî di sala 2019an de daxwaznameya Netewên Yekgirtî îmze kiriye û soz daye ku zarok û biçûkan nerevînin û her kesê di bin 18 saliyê de yekser ji yekîneyên PYD derxin.”