Serokatiya Herêmê: Me daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî nekiriye navbênkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê îro Yekşemê di daxuyaniyekê de, red kir ku wê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kiribe ku navbênkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiribe.

Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokatiya Herêmê di daxuyaniyekê de eşkere kir, “Derbarê nûçeya çend jêderên rojnamevanî ku Nivîsgeha Ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa kiriye ku Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kiriye ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de navbênkariyê bike, tekez dikin ku ti daxuyaniyeke wiha ji Nivîsgeha Ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê derneketiye.”

Pêştir hin kenalên navxweyî belav kirin ku Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kiriye, navbênkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike û Encûmena Asayişê jî ew daxwaz xistiye karnameya xwe, lê belê Serokatiya Herêma Kurdistanê red dike ku ti daxuyanî di vê derbarê de dabe.