Veberhênana li Herêma Kurdistanê gihîştiye 66 milyar Dolaran

Aramî û yasaya veberhênanê, du hokarên sereke ne ku veberhênerên biyanî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor amarên Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, veberhênana li Herêmê heta niha gihîştiye nêzîkî 66 milyar Dolaran.

Desteya Veberhênanê da zanîn ku veberhênanên biyanî li Kurdistanê zêde dibin û gelek kompanya ji bo veberhênanê berê xwe didin Herêmê, bi taybet piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Îmaratê.

Rêvebirê Giştî yê Plandanînê li Desteya Veberhênanê Heval Sidîq ji K24ê re got: “Gelek sedem hene ku sermayedarên biyanî li Herêma Kurdistanê veberhênanan dikin. Yek ji sedemên herî girîng jî, yasaya veberhênanê ye ku gelek hêsankariyan dide veberhêneran.”

Got jî: "Li gorî xala 3ê ya yasaya Veberhênanê, serederî bi sermayedarên biyanî re, wekî yên xwecihî tê kirin û ew xwedî heman îmtiyaz û maf in."

Pisporê aboriyê Huşmend Refîq dibêje: “Ewlekarî û aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye, bi xurtî veberhêneran han dide ku li Herêmê sermayeguzariyê bikin û bi rêjeyeke gelek zêdetir ji naverast û başûrê Iraqê.”

Li gor nêrîna aborînas û sermayedarên Herêma Kurdistanê, atmosfera ku Hikûmeta Kurdistanê di heyama du salên borî de pêşkêşî sermayedarên biyanî kiriye, bûye handaneke girîng ji bo karsaz û sermayedar bêne Herêma Kurdistanê.