Baregeha Barzanî nûçeyekê nerast red dike

Baregeha Barzanî: Ew nûçe ji rastiyê dûr e û ti bingeha wê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Barzanî radigihîne, nûçeyeke dirustkirî li ser navê Serok Barzanî li hejmarek malper û tora civakî ya Erebî hatiye hatiye belav kirin, ew nûçe ji rastiyê dûr e û ti bingeha wê nîne.

Baregeha Barzanî îro 29ê Gulana 2022an di daxuyaniyekê de belav kir: “Li hejmarek ji malper û tora civakî ya Erebî de daxuyaniyeke dirustkirî bi navê Serok Barzanî derbarê biryarên Dadgeha Federal û Encûmena Nûneran a Iraqê de hatiye belavkirin. Li vir em radigihînin ku ev babet dûr e ji rastiyê û ti bingeheke wê nîne.”