Siyasetmedarên CHP behsa şêweyê çareserkirina pirsgirêka kurdî dikin

Lêkolîner jî dibêjin; CHP ji bo çareserkirina meseleya kurd de hêj ne amade ye.
kurdistan24.net

Diyarbekir – Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi serokatiya Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu civîna Komxebata Şaredaran li Wanê li dar xistin. Siyasetmedarên CHPê gotin; heger kurd piştgiriya wan bikin û ew bidin desthilatdar ew dê meseleya kurd di parlementoyê de çareser bikin. Siyasetmedarên AK Partiyê jî rexneyan li siyaseta berê û niha ya CHPê digirin û dibêjin; tişekî ku CHP bide kurdan nîne. Lêkolîner jî dibêjin; CHP ji bo çareserkirina meseleya kurd de hêj ne amade ye.

CHPê bi armanca ku ji kurdan zêdetir dengan bigire bo 3 rojan li Wanê xebatên hilbijartinê bi rêve bir. Siyasetmedarên CHPê guhê xwe dan welatiyan û behsa kar û xebat û plan û bernameyên hilbijartinê kirin. Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici got; ew ne li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd in, wan şêwaza çareserkirinê şaş didît.

Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici ji K24ê re got: “Armanca me ew e ku em pirsgirêka kurd di çarçoveya yekitiya Tirkiyeyê de, di parlementoyê de bi rêbazên demokratîk çareser bikin. Em bibiryar in ku pirsgirêka kurd çareser bikin. Heger welatiyên me piştgiriya me bikin em ê vê meseleyê çareser bikin. Em naxwazin ti kesê bixapînin. Em bikaribin çi bikin em dê wê bêjin.”

Li gorî daxuyaniyên rayedarên CHPê, gelek eşîrên kurdan ku berê piştgiriya AK Partiyê dikirin niha piştgiriya CHPê dikin. Ferhat Hallaç ku rûspiyekî Patnos a Agiriyê ye dibêje; ji bo AK Partiyê meseleya kurd bidawî bûye lê ew bi hêvî ye ku dê CHP vê meseleyê çareser bike.

Endamê CHPê Ferhat Hallaç dibêje: “Ev su sal in CHPê li vê herêmê xebatên baş birêve dibe. Em xilasiya kurdan div ê partiyê de dibînin.”

248 şaredarên CHPê li Wanê geriyan û ji bo CHPê daxwaza piştgiriyê kirin. Serokê Şaredariya navçeya Kadikoy ya Stenbolê Şerdil Odabaşi ku eslê xwe kurdekî ji Diyarbekirê ye got; ew dixwazin li Tirkiyeyê serdestiya demokrasî, azadî, dadwerî û wekheviyê cîbicî bikin.

Serokê Şaredariya Kadikoy ya Stenbolê Şerdil Odabasi got: “Armanca me ew e ku em li vî welatî serdestiya azadî, wekhevî û demokrasiye cîbicî bikin. Pêwîst nake ku em ji nû ve Amarîkayê kifş bikin; pirsgirêk diyar e û riya çareserkirinê jî diyar e.”

CHP partiyeke ku ji beriya 98 salan hatiye damezrandin. Di vê pêvajoyê de ji ber hin kiryarên wê hem rayedadarên AK Partiyê hem jî hin welatî rexneyan li CHPê digrin. Lê belê rayedarên CHPê dibêjin; divê ew êdî li paşeroja xwe binêrin.

Serokê Berê yê Rêxistina Wanê Ya Chpê Cemal Şen diyar dike: “CHP demokrasiyê dixwaze, CHP daxwaza cîbicîkirina mafên mirovan dike. CHP liv î welatî zilm û zulimkaran naxwaze. CHP dixwaze her kes azad û wekî bira bi hev re bijîn.”

8 kursiyên parlementeriya Wanê hene, 5 di destê HDPê de ne; 3 jî di destê AK Partiyê de ne. Rêjeya dengên CHPê %2 ye. Ji beriya ku şandeya CHPê bête Wanê kuçe û kolanên sereke yên bajêr bi flamayên AK Partî û wêneyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan hatin xemilandin. Parlementerê AK Partiyê yê Wanê Abdulehed Arvas, rexneyan li siyaseta berê û niha ya CHPê digere û dibêje; CHP sebeba pirsgirêka kurd e û tiştekî ku CHP bide kurdan tine ye.

Parlementerê AK Partiyê yê Wanê Abdulehed Arvas dibêje: “Her kesê li ser postê kurdan siyaset dikir lê tiştek nedikir. Lê Tayîb Erdogan di sala 2013an de dema hat Diyarbekirê gazî Şivan Perwer kir, gazî Kak Mesûd Barzanî kir, gazî şair û giregirên kurdan kir û got ez ê vê meseleyê çareser bikim.  Dema ku mirov li dîroka CHPê dinêre mirov dibîne ku qetlîama kurdan di nav de heye, zilma ku li kurdan hatiye kirin di nav de heye, şerpezeyîya kurdan di nav de heye û qedexekirina ziman kurdî di dîroka CHPê de heye.”

Li gorî gotinên rayedarên CHPê di nav kurdan de roj bi roj rêjeya dengên wan zêdetir dibin. Lê Rêveberê Navenda Xebatên Kurd Reha Ruhavîoglu dibêje; kurd hêj jî CHPê di mijara çareserkirina meseleya kurd de hazir û bihêz nabînin.

Lêkolîner Reha Ruhavîoglu destnîşan kir: “Dengên CHPê di nav kurdan de zêde dibe, eleqeya kurdan zêde dibe lê kurd di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hêj jî CHPê hazir û xurt nabînin. Kurd dibêjin divê CHP xwe xurtir bike, xwe hazirtir bike.”

Rayedarên CHPê amaje dikin; dê bi hevkariya kurdan di hilbijartinên 2023an de AK Partiyê ji desthilatdariyê bêxin û dê ew bidin desthilatdar. Rayedarên AK Partiyê jî dibêjin; wan gelek pirsgirêk çareser kirine û dê pirsgirêka kurd û pirsgirêkên abûrî jî dîsa ew çareser bikin. Welatî jî dê gotina xwe ya dawiyê di hilbijartinên 2023an de bêjin.