Rêveberiya Xweser endameke Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê binçav dike

Cîhan Xidro
Cîhan Xidro

Navenda Nûçeyan (K24) – Asayişa li Rojavayê Kurdistanê endama Komîta Navendî ya Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Cîhan Xidro li Qamişlo binçav kir.

Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Cîhan Xidro bi awayekî neheq û bêyî ti maf û delîlên zelal û bêyî ti roleke dadweriyê hebe, hatiye zîndanîkirin.”

Cîhan Xidro yek ji damezirînerên Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê û yek ji kadroyên damezrîner û pêşeng ên saziyên Rêveberiya Xweser e û niha serokatiya Rêveberiya Jin a Rêveberiya Xweser dike.

Diyar kir: “Ji ber ku baweriya me bi demokrasî û pirensîpên bilind ên mafên mirovan bi taybetî mafên jinan heye, em vê kiryara neyasayî û neexlaqî şermezar dikin.”

Partiyê got: “Ji ber ku Cîhan bi navê jinê diaxive, mafên jinan diparêze û rastiyê dibêje, ji aliyê hin kesên bibandor ve rastî rûbirûbûneke neyînî hat. Hin kesên di nava rêveberiyê de dixwazin bi riya sûcdariyên nerast, îradeya wê bişkînin û wê bixin zindanê û rûreş bikin.”

Her wiha diyar kir, Cîhan Xidro bêyî hişyariyek pêşwext hatiye binçavkirin û rê ji bo nayê dayîn ku parêzerek jî berevaniyê li wê bike.

Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê ku partiyek di nava Rêveberiya Xweser de ye, daxwaz ji berpirsên saziyên Rêveberiya Xweser kir ku derbarê êrîşa li dijî Cîhan Xidro hatiye kirin û zîndankirina wê de bi daxuyaniyekê diyar bikin.