Beşar Esed: Em ê rûbirûyî her êrîşeke Tirkiyê ya li ser xaka xwe bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Beşar Esed radigihîne, Sûriye dê rûbirûyî her hewleke dagîrkirinê ya Tirkiyê bibe.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê de ligel kenala “RT” de derbarê eger destpêkirina operasyoneke Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de ragihand, Sûriye li ser asta fermî û cemawerî dê rûbirûyî her hewleke dagîrkirinê ya Tirkiyê bibe.

Esed destnîşan kir ku artêşa Sûriyê di şerê berî du salan de ziyanên madî yên mezin gihandin artêşa Tirkiyê.

Ev daxuyaniya Esed piştî wê tê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di dema dawî de gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê dixwe û dibêje, ew ê herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan ava bikin.

Her di wê derbarê de jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ragihandibû, ew ji bo parastina yekperçeyîya xaka Sûriyê, amade ne bi hikûmeta Sûriyê re kar bikin.