Şam: Plana Tirkiyê ji herêma ewle, dagirkerî û guhertina demografiya herêmê ye

Encûmena Gel a Sûriyê: Plana Tirkiyê ya avakirina herêma ewle, dagirkerî û ye û di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de ye
Encûmena Gel a Sûriyê
Encûmena Gel a Sûriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Gel a Sûriyê (Parlamento) radigihîne, plana Tirkiyê ya avakirina herêma ewle, dagirkerî û êrîşeke eşkere ye û di çarçoveya koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografiya herêmê de ye.

Encûmena Gel a Sûriyê di daxuyaniyekê de got, plana Tirkiyê ya avakirina herêma ewle, berfirehkirina dagirkeriyê û êrîşeke eşkere ye û di çarçoveya koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografiya herêmê de ye. Tekez kir jî: “Mafê Sûriyê ye hemû rê û rêbazan bi kar bîne ji bo rûbirûbûna dagîrkerî û alavên wê yên kirêt ên terorîst.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Serokê rejîma Tirkiyê hîn jî li ser rêya xwe dimeşe û daxuyaniyên li dijî yasa, destûr û pîvanên navdewletî û mirovî dide.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Armanca rejîma Tirkiyê ya li pişt vê dagirkeriyê ew e ku xeyalên xwe yên herêma ewle zindî bike, pêvajoyeke nû ya koçberkirinê, valakirina bi darê zorê ya gelê herêmê, guhertina demografîk li herêmê pêk bîne.”

Encûmena Gel a Sûriyê tekezî li ser serweriya dewleta Sûriyê, serxwebûna biryara wê, yekîtî û ewlekariya ax û gelê xwe kir diyar kir ku mafê wê ye ku hemû rêyên siyasî û leşkerî yên rewa bi kar bîne ji bo parastina xwe û gelê xwe.

Her wiha Encûmena Gel a Sûriyê topbarankirin û bombebarankirina gundên li bakurê Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve bi tundî şermezar kir.

Ev yek piştî wê yekê tê, Serokomarê Tirkiyê roja 23ê Gulanê ragihandibû ku artêşa Tirkiyê dê dest bi operasyonên leşkerî bike û herêma ewle ya bi kûrahiya 30 k.m li bakurê Sûriyê bike.