Rojnameyeke Tirkî: Artêşa Tirkiyê rewşa amadebûna ji bo şer girtiye

Rojnameya “Sabah” a Tirkî: Hêzên artêşa Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê rewşa amadebûna ji bo şer girtine
Tankên artêşa Tirkiyê
Tankên artêşa Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Tirkiyê eşkere kir ku hêzên artêşa Tirkiyê ji bo operasyonekê li Til Rifet û Minbicê ketine rewşa amadebûna ji bo şer.

Rojnameya “Sabah” a Tirkî ragihand, hêzên artêşa Tirkiyê ji bo destpêkirina operasyonekê li bakurê Sûriyê li dijî PKKê, amadehiya ji bo şer girtine.

Rojnameyê bi rêya peyamnêrê xwe yê li cihê ku amadehî tên kirin, nivîsî: “Nûçeya Bilez.. Hêzên çekdar ên Tirkiyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ji bo operasyona li dijî PKK/YPGê, helwesta xwe ya amadebûna şer girtine. Li navendên bajarên Minbicê û Til Rifetê jî çalakî hene.”

Di vê çarçoveyê de rojnameyê diyar kir ku hêzên YPGê rêbendên mezin li derî û meydanên wan bajaran danîne û hêz û çek ji herêmên din veguhastina Til Rifat û Minbicê.

Ev yek di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê roja 23ê Gulanê ragihandibû ku artêşa Tirkiyê dê dest bi operasyonên leşkerî bike û herêma ewle ya bi kûrahiya 30 k.m li bakurê Sûriyê bike.

Di wê derbarê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bang li hikûmeta Sûriyê kiribû ku li hember gefên Tirkiyê, sînorên welatê xwe biparêze.

Her wiha Encûmena Leşkerî ya HSDê jî ragihandibû, ew ji bo parastina yekperçeyîya xaka Sûriyê, amade ne bi hikûmeta Sûriyê re kar bikin.

Ji aliyê xwe ve jî, Encûmena Gel a Sûriyê di daxuyaniyekê de got, plana Tirkiyê ya avakirina herêma ewle, berfirehkirina dagirkeriyê û êrîşeke eşkere ye û di çarçoveya koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografiya herêmê de ye. 

Tekez kir jî: “Mafê Sûriyê ye hemû rê û rêbazan ji bo rûbirûbûna dagîrkerî û alavên wê yên terrorist bi kar bîne.”