Çarçoveya Hevahengiyê daxwazê ji aliyên siyasî dike guftûgoyan bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çarçoveya Hevahengiyê daxwaza bilezkirina destpêkirina pêngavên pratîkî ji bo temamkirina erkên destûrî, hibijartina Serokê Komarê û pêkanîna hikûmetekê dike.

Çarçoveya Hevahengiyê îro Sêşemê civîneke ligel Hevpeymaniya Azim bi serokatiya Musena Semiraî, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Bafil Talebanî û Tevgera Babiliyon bi serokatiya Riyan Kildanî kir.

Çarçoveya Hevahengiyê di daxuyaniyekê de diyar kir, di civînê de guftûgo derbarê pêşhatên rewşa siyasî ya niha û rêyên bilezkirina temamkirina destkeftên destûrî bi beşdariya hemû hêzên niştimanî hatin kirin.

Di civînê de amadebûyan tekezî li ser wê yekê kirin ku qonaxa bê giring e û daxwaza bilezkirina destpêkirina pêngavên pratîkî ji bo temamkirina erkên destûrî, hibijartina Serokê Komarê, pêkanîna hikûmeteke lihevhatî ku bikaribe daxwazên Iraqiyan pêk bîne, jiyanek baş ji welatiyan re misoger bike û ewlehî û aramiyê ji bo her kesî biparêze, kirin.

Çarçoveya Hemahengiyê bang li hemû hêzên çalak yên di qada siyasî de kir ku beşdarî diyalogê bibin û amadebûna xwe jî ji bo nêzîkbûna hemû aliyan nîşan da.

Çarçoveya Hemahengiyê destnîşan kir, divê hikûmeta dahatî, hikûmeteke bihêz û bi karîn be, xizmetguzariyan pêşkêş bike, yekîtî û serweriya welat, pêgeh û rola Iraqê li navçeyê biparêze.