Altan Tan: Dewlet û PKK siyaseta hevdu wek bihane nîşan didin

Siyasetmedar û Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan diyar kir: “Dewleta Tirkiyê dibêje heya PKK hebe, ez tiştekî nakim. PKK jî bi wê siyaseta xwe nikare tiştekî safî bike."
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Siyasetmedar  û Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan diyar kir: “Dewleta Tirkiyê dibêje heya PKK hebe, heya ev şer dewam bike û PKK çek bernede, ez tiştekî nakim. PKK jî bi wê siyaseta xwe nikare tiştekî safî bike, herdû jî siyaseta hev bahane dikin.”

Altan Tan beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser serdanên partiyên Tirkiyê bo Bakurê Kurdistanê, pêvajoya çareseriya pirsa Kurd û şerê artêşa Tirkiyê û PKKê axivî.

Siyasetmedar Altan Tan destnîşan kir: “Her kes dibêje û qebûl dike ku pirsa Kurd li Tirkiyê heye, lê ti kes li ser çareserkirina vê pirsê tiştekî zelal nabêje, çûn û hatin gelek in, lê encam tune ye, beriya 8 salan pêvajoya çareseriya pirsa Kurd dest pê kir, lê mixabin qut bû û neçû serî, piştî wê rojê heta îro hikûmet gavek neavêt.”

Altan Tan destnîşan kir ku hikûmeta Tirkiyê dibêje "PKKê ew pêvajo xera kiriye, esas mesele sekinandina şer e, berdana çek e, heta ku ev şer nesekine û PKK çek bernede, em tiştekî nakin".

Tan eşkere kir: “Mixabin opozîsyona Tirkiyê jî, weke mînak CHP, ÎYÎ Partî û yên din ku 6-7 partî hene, ew jî tiştekî zelal nabêjin û diyar nakin ku dema werin desthilat ji bo vê pirsê amadekariyên wan û programa wan çi ye.”

Herwiha destnîşan kir: “Mixabin partiyên Kurdan jî ev pêvajo baş fêm nakin, nikarin siyaseteke zelal û siyaseteke biaqil bînin holê, esas tengasiya herî mezin a Kurdan jî ev e, siyaset li holê tune ye.”

Altan Tan bal kişand ser wê yekê ku artêşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê operasyonan dike û li Başûrê Kurdistanê cihên xwe yên leşkerî datîne û got: “Kes nabêje wextê çek û sîleh derbas bûye. Di sala 2012 û 2015an de, du sal şer sekinandî bû, me li hundirê Tirkiyê, 80 parlamenter me bi dest xistin û 102 şaredarî me qezenc kirin. Lê niha hemû van qezencên me pûç bûne, vala bû û ji destê me çû.”

Tan diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê û PKK hevdû weke hincet nîşan didin û got: “Dewleta Tirkiyê dibêje heya PKK hebe, heya ev şer dewam bike û PKK çek bernede, ez tiştekî nakim. PKK jî bi wê siyaseta xwe nikare tiştekî safî bike, herdû jî siyaseta hev bahane dikin.”

Altan Tan got: “Divê serê ewil em rêyên demokratîk vekin, ew jî bi çek û demokrasî bi hev re ne mimkin e ku bimeşe. Ev pêvajo siyaseta Rojava jî xera dike, siyaseta Başûr, Herêma Kurdistanê jî xera dike.”

Herwiha eşkere kir: “Gelek siyasetmedarên Kurdan bi tirs nikarin tiştekî ji PKKê re bibêjin, nikarin bibêjin 'Temam ew pêvajo qediya, îro pê ve weke Abdullah Ocalan di sala 2013an de gotibû, wextê çek qediya îro şûnde têkoşîn bi rêyên demokratîk e'.”