Balyoza Amerîka: Pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê rengvedana îradeya Herêma Kurdistanê be

Balyoza Amerîka li Iraqê: Avakirina konsulxaneya nû ya li Hewlêrê , nîşana wê yekê dide ku Amerîka çendîn pabend e bi Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski tekez kir ku pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê rengvedana îradeya Herêma Kurdistanê be.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê ragihand, Balyoz Romanowski di hevdîtinên ligel berpirsên Herêma Kurdistanê de tekezî li pêwendiyên bihêz ê di navbera gelê Amerîka û Herêma Kurdistanê kir.

Romanowski gotiye jî: “Pêwîst e hikûmeta nû ya Iraqê rengvedana îradeya gelê Iraqê û di nava gelê Herêma Kurdistanê be û ji bo dabînkirina xizmetguzariyan û pêşvebirina rêvebirinê amade be.”

Konsulxaneya Amerîda destnîşan kir ku Balyoz Romanowski di serdana xwe de serdana konsulxaneya nû ya Amerîka li Hewêrê kir ku bi dawî hatiye û diyar kir jî, ev konsulxane, konsulxaneya her mezin a Amerîka li cîhanê ye.

Di vê derbarê de Balyoza Amerîka Alina Romanowski gotiye: “Avakirina vê konsulxaneya nû, nîşana wê yekê dide ku Amerîka çendîn pabend e bi Herêma Kurdistana Iraqê.”

Her wiha Balyoz Romanowski serdana keleha Hewlêrê ya dîrokî û projeya nûjenkirina hemam û avakirina navendeke zarokan kir ku Balyozxanya Amerîkî li Bexdayê piştevaniya wê ya darayî dike.

Balyoza Amerîka ya nû li Iraqê Alina Romanowski roja 15 û 16ê Hezîranê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîran Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû û di hevdîtinê de ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê de tekezî li ser pêwendiyên bihêz ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de kir.