Firinên Cizîrê çêkirina nan rawestand

Li navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê ji ber giranbûna bihayê ard, firinên li navçeyê çêkirina nan rawestand.
Rêveberiya Odeya Esnaf û Dikandaran a Cizîrê ji bo çareserkirina kêşeyê, civînek encam da
Rêveberiya Odeya Esnaf û Dikandaran a Cizîrê ji bo çareserkirina kêşeyê, civînek encam da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Cizîrê ya Bakurê Kurdistanê ji ber giranbûna bihayê ard, firinên li navçeyê çêkirina nan rawestand.

Rêveberiya Odeya Esnaf û Dikandaran a Cizirê ragihand, nanpêjên li navçeyê ji ber zêdebûna lêçûnên çêkirina nan, çalakiya girtina firinan encam dane.

Hat diyarkirin ku ji ber çalakiya firinan, xelkê Cizîrê mexdûr bûne û Rêveberiya Odeya Esnaf û Dikandaran a Cizîrê ji bo çareserkirina kêşeyê, civîneke bilez encam daye.

Xwediyên firinan ji Rêveberiya Odeya Esnaf û Dikandaran re ragihandine, ji ber giranbûna bihayê ard, ev du meh in ji bo ku xelk mexdûr nebe, bihayê nan zêde nekirine, lê êdî nikarin ji bin giraniya lêçûnên çêkirina nan rabin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Odeya Esnaf û Dikandaran a Cizirê, firinên li navçeyê ji bo xelkê deverê mexdûr nebin, çalakiya xwe bi dawî kirine û diyar kirine ku danê êvarê dê cardin dest bi çêkirina nan bikin.