Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê dike

Di civînê de guftûgo derbarê pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanya bi taybet di warê aborî û veberhênanê de hatin kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Martin Jaeger kir.

Di civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Almanya li Iraqê de, guftûgo derbarê pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanya bi taybet di warê aborî û veberhênanê de hatin kirin.

Rewşa giştî û dawî guhartinên Iraqê û girîngiya berdewambûna piştevanîkirina li Pêşmerge di şerê terorê de û çend babetên cihê giringiya hevbeş, mijarên din ên guftûgoyên civînê bûn.