Hoşyar Zêbarî: Milîsan li Bexdayê cudahiyê naxin navbera Hewlêr û Silêmaniyê

Hoşyar Zêbarî: Armanc ji mûşekbarana kêlgehên petrolê ew e, fişarê li Herêma Kurdistanê bikin û wê bixin ser çokan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî aşkere kir, armanc ji mûşekbarana kêlgehên petrolê ew e, fişarê li Herêma Kurdistanê bikin û wê bixin ser çokan.

Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, “Êrîşên mûşekî yên li ser kêlgehên petrol û gazê yên li Herêmê ji Hewlêr û navçeya Xebatê ya Kompanyaya Kar a berê û mûşekbarana kêlgeha neft û gazê ya Kormorê ya li Qadir Keram a girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, rastiyeke hêsan piştrast dike ku hêzên milîsan ên li Bexdayê cudahiyê naxin navbera her du parêzgehan.”

Hoşyar Zêbarî da zanîn, armanca dawî ya milîsan ên li Bexdayê ew e ku Herêma Kurdistanê xwe biçemîne û çokdanê bike.

Demek e kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê li parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê rastî êrîşên bi mûşekan tên, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi riya daxuyaniyên fermî daxwaz ji Bexdayê dike, rê li ber van êrîşan bigire.