Li Kerkûkê hejmara pêketiyên Kolerayê zêde dibe

Rêveberê Beşa Tendirustiya Giştî yê li Fermangeha Tendirustiya Kerkûkê Dr. Sebah Namîq ragihand, hejmara kesên ji ber zikçûnê ketine nexweşxaneyê, zêde bûye.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Beşa Tendirustiya Giştî yê li Fermangeha Tendirustiya Kerkûkê Dr. Sebah Namîq ragihand, hejmara kesên ji ber zikçûnê ketine nexweşxaneyê, zêde bûye.

Dr. Sebah Namîq ji K24ê re diyar kir: “Her roj hejmara pêketiyên zikçûnê zêde dibe, heta niha 55 halet ketine nexweşxaneyê. Ji bo hemû nexweşan pişkinîn hatiye kirin û kesên nîşaneyên nexweşî bi tundî li ser wan bû, derket holê ku bi Kolerayê ketine, ku hejmara wan 21 kes in.”

Li ser rênimayên tendirustiyê yên ji bo xweparastina ji vê nexweşiyê, Dr. Sebah Namîq destnîşan kir: “Divê di bikaranîna xwarin û vexwarinê de gelek baldar bin, çimkî ew çavkaniyên belavbûna vê nexweşiyê ne.”

Çend roj in bi dehan haletên pêketina nexweşiya Kolerayê li parêzgehên Silêmanî, Hewlêr û Kerkûkê hatine tomarkirin û tîmên tendirustiyê lêkolînên xwe yên li ser sedemên belavbûna vê nexweşiyê didomînin. Piraniya gumanan jî li ser avdaniya çandiniyê bi ava pîs e, ji bo çareseriya vê mijarê jî rêkarên pêwîst têne pêkanîn.