Tirkiye daxwaza radestkirina 17 endamên PKKê ji Swêd û Finlandayê dike

Tirkiyê ji Swêd û Fînlandayê daxwaza radestkirina 17 endamên PKKê û 16 endamên Cemaeta Gulen dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyê da xuyakirin, bi tometa endamtiya rêxistinên terorê ji Swêd û Fînlandayê daxwaza radestkirina 17 endamên PKKê û 16 endamên Cemaeta Gulen kirine.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag beşdarî Lûtkeya Navneteweyî ya Dezgeha Mafên Mirovan ya Tirkiye bû û got, ew li benda cîbicîkirina daxwazên xwe ne.

Bozdag got: “Gelek endamên NATOyê demek dirêj e bi eşkere piştevaniya rêxistinên terorê dikin. hemû kes dizanin ku YPG-PYD baskên cuda yên PKKê ne. Bi hezaran barhilgir alîkarî gihandin, rahênan dikin. Niha rêkeftin hate îmzekirin û Tirkiye cîbicîkirina rekeftinê girîng dibîne.”

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê got jî: “Mekanîzmaya çavdêrî dê pêngavên cîbicîkirinê bişopîne. Me hê berê ji Fînlanda daxwaza radestkirina 6 endamên PKKê û 6 endamên Cemaeta Gulen kiribû, ji Swêdê jî me daxwaza radestkirina 11 endamên PKK û 10 endamên Cemaeta Gulen kiribû. Di çarçoveya rêkeftina nû de em li benda cîbicîkirina daxwazen xwe ne.”

Ev daxuyaniya Wezîrê Dadê yê Tirkiyê piştî wê tê, duhî roja yekem a Lûtkeya NATOyê li Madrîdê, Tirkiye, Swêd û Finlandayê belgeyeke jihevtêgihîştinê îmze kirin û Tirkiyê ragihand, êdî piştevaniya endamtiya her du welatan di NATOyê de dike.

Li gor medyaya cîhanê jî, li hember razîbûna Tirkiyê ji bo endambûna wan herdu welatan li NATOyê, Swêd ji daxwaza Enqerê razî bûye ku ew kesên Tirkiyê daxwaza wan ji Swêdê dike û navên wan di lîsteya rêxistinên qedexe yên Tirkiyê de ne, radest bike.

Di lîsteya ku Enqerê pêşkêşî Stockholmê kiriye de, 33 nav hene, piraniya wan Kurd in û yên din jî bi gumana endamtiya tevgera Gulen in, lê piraniya wan kesan, welatiyên Swêdê ne. Heta ku di lîsteyê de navê Parlamentera Swêdî Emîna Kakabawe heye ku ew Kurdeke Rojhilatê Kurdistanê ye û ti pêwendiya wê bi Tirkiyê re nîne.