PKKê baregeheke artêşa Tirkiyê li Şêladizê kir armanc

Piştî topbarana baregeha artêşa Tirkiyê, firokeyên Tirkiyê derdora Amêdiyê, Şêladizê, Sîryê û Kiwanê bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeheke Tirkiyê li qezaya Amêdiyê ji aliyê çekdarên PKKê ve hat armanckirin. Qaymeqamê Amêdiyê jî ew nûçe ji K24ê re piştrast kir.

Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman ji K24ê re got, îro 2ê Hezîranê piştî nîvro, baregeheke artêşa Tirkiyê yê nêzîkî gundê Latka yê li Şêladizê ji aliyê PKKê ve hat topbarankirin.

Qaymeqamê Amêdiyê got jî: “Heta niha ti zanyarî derbarê ziyanên wê topbaranê nayin zanîn, ji ber ku pêwendî di navbera me de tune ye.”

Piştî topbarana baregeha artêşa Tirkiyê, firokeyên Tirkiyê li asmanê deverê geriyan û derdora Amêdiyê, Şêladizê, Sîryê û Kiwanê bombebaran kirin.