Serokwezîrê Ukraynayê: Ji bo avakirina Ukraynayê 750 milyar Dolar pêwîst e

Denis Şmigal di civîna rojnamevanî de ragihand, lêçûnên ji bo avakirina Ukraynayê dibe ku bigihîje 750 milyar Dolaran.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Ukraynayê Denis Şmigal pêşbînî dike ku lêçûnên avakirina welatê wî 750 milyar Dolar be.

Denis Şmigal di civîna rojnamevanî de ragihand, lêçûnên ji bo avakirina Ukraynayê dibe ku bigihîje 750 milyar Dolaran, pêwîst dike ku destkeftên darayî yên vî şerî, ji bo avakirinê werin bikaranîn.

Şmigal eşkere kir, ew di wê baweriyê de ne ku destkeftên darayî yên olîgarên Rûs, bibin çavkaniyên sereke yên avakirina Ukraynayê.

Ji ber êrîşên Rûsyayê li dijî Ukraynayê, welatên Ewropayê û Amerîka, hejmarek sizayên tund bi ser Moskowê de sepandin, bi taybetî bi ser wan bariganên ku nêzîkî hikûmeta Putin in û weke olîgar têne nasîn.

Olîgarên Rûs xwedî serwetên mezin in, piraniya wan li Londonê dijîn û li wir xwedî kompanî, vîlla û keştiyên giranbiha ne, di hemû qonaxan de nêzîkî hikûmeta Rûsyayê bûne.