Serokwezîrê berê yê Japonyayê canê xwe ji dest da

Shinzo Abe ku îro rastî êrîşa çekdarî hat, canê xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe ku îro rastî êrîşa çekdarî hat canê xwe ji dest da.

Shinzo Abe îro înê 8ê Tîrmehê di dema birêveçûna helmeta hilbijartinan de rastî êrîşeke çekdarî hat û bi giranî hat birîndarkirin.

Hat ragihandin, kesê ku êrîşî Shinzo Abe kir, hatiye desteserkirin.

Shinzo Abe li hember Îstasyona Yamato-Saidaiji ya li bajarê Nara yê Japonyayê ji bo piştgiriya namzetê Partiya Demokrat a Lîberal helmeta hilbijartinan dimeşand û di dema axaftina xwe de rastî êrîşa çekdarî hat û gulle li sîngê wî ket.

Piştî êrîşê Abe bo nexweşxaneyê hat rakirin û Serokwezîrê berê yê Japonyayê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.