Sûriye.. Piştî vetoya Rûsî hişyarî ji karesateke mirovî tê dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro Yekşemê Mekanîzma Netewên Yekgirtî ya derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Bakurê Sûriyê di riya Tirkiyê re bi dawî dibe. Rêxistin û saziyên navdewletî û herêmî hişyariyê didin, eger mekanîzma nû neyê nûkirin, dê karesatek rû bide.

Biryara 2585 a Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê sînorî yê bi Tirkiyê re (Bab El-Hawa) re bo bakurê rojavayê Sûriyê di 10ê Tîrmeha 2022an de bi dawî dibe.

Rûsyayê roja Îniyê di dema dengdana Encûmena Asayişa Navdewletî de li ser projebiryara dirêjkirina mekanîzmaya gihandina alîkariyên mirovî di sînor re veto kir.

Cîgirê Koordînatorê Herêmî yê Karûbarên Mirovî li Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê Mark Cutts got; Herî dawî karwanê alîkariyên mirovî yên NY bo Sûriyê, roja Înê di deriyê sînorî yê Bab El-Hawa re derbas bû.

Rêxistinên alîkariyê hişyarî dan û gotin ku derbasnekirina alîkariyan, dikare jiyana bi milyonan Sûriyan li bakurê welêt bixe metirsiyê.

Di navbera 4 û 5 milyon Sûrî li Idlibê dijîn, piraniya wan piştî ku deverên ji aliyê rêjîmê ve hatin bombebarankirin, reviyane û koçberî Idlibê bûne.

Piraniya welatên endamên Encûmenê Asayişê (15 welat) ji bilî Rûsya û Çînê tekezî li ser giringiya berdewamiya derbaskirina alîkariyên mirovî yên navdewletî bi riya Tirkiyê bo Sûriyê dikin, ji bo parastina jiyan û zêdetir ji 4.1 milyon kesên ku li bakurê rojavayê Sûriyê dijîn.