Mosko: Amerîka û hevalbendên wê bi Rûsyayê re li ber keviyê şerekî nukleerî ne

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê: Washington û hevalbendên wê îro bi awayekî metirsîdar li ber keviya rûbirûbûnek leşkerî ya vekirî bi welatê me re ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Rûsyayê got ku Amerîka û hevalbendên wê bi awayekî metirsîdar ji şerekî çekdarî yê rasterast bi Rûsyayê re nêzîk bûne ku dê bibe sedema derketina şerekî nukleerî.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova îro danê sibê di daxuyaniyekê de got: “Washington û hevalbendên wê, piştî ku kirîza Ukraynayê girantir kirin û bûn sedema rûbirûbûnek tund, îro bi awayekî metirsîdar li ber keviya rûbirûbûnek leşkerî ya vekirî bi welatê me re ne, ku tê wateya şerekî çekdarî yê rasterast ê nukleerî.”

Daxuyanî li malpera Wezareta Derve ya Rûsyayê hat weşandin, Zaxarova tê de nîgeraniya xwe wê derbarê de anî ziman û diyar kir ku egera şerekî wisa derkeve, dê bibe sedema gurbûneke nukleerî.

Cîgirê Serokê Encûmena Asayişa Rûsyayê Dmitriy Medvedev jî pêştir li ser egera derketina şerekî nukleerî axivîbû. Her wiha Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî gotibû ku Rûsya bi xemsarî serederiyê bi mijara şerê nukleerî re nake û da zanîn ku helwesta Rûsyayê ew e, nabe şerekî nukleerî rû bide.

Piştî operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê, NATO soz da ku piştgiriya xwe ya leşkerî ji bo Ukraynayê zêde bike, di vê derbarê de jî, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêştir di Korbenda Aborî ya Petersburgê de gotibû, her çend Rûsya bi çekên xwe yên nukleerî gefan li kesî naxwe, lê eger pêwîst bike dê welatê wî ji bo parastina serweriya Rûsyayê bikar bîne.