Li Sineyê 10emîn Festîvala "Def Newayê Rehmet" birêve diçe

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê 10emîn Festîvala "Def Newayê Rehmet" dest pê kir û biryar e festîval çar roj bidome.

Sine (K24) – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê roja pêncşemê 10emîn Festîvala "Def Newayê Rehmet" dest pê kir û biryar e festîval çar roj bidome.

Di festîvalê de zêdetirî 300 defjen ji seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha ji Başûrê Kurdistanê û Efxanistanê beşdar in. Bajarê Sine ji aliyê UNESCO ve weke bajarê dahêner yê warê muzîkê û paytexta defê ya cîhanê hatiye nasîn.

Serperiştyarê Grûpa Def Newayê Rehmet Mesûd Miradî ji K24ê re ragihand: “Ev festîval dê çar roj bidome. Di nava van çar rojan de zêdetirî 300 defjen ji seranserê Îran û Başûrê Kurdistanê û Efxanistanê, beşdarî festîvalê dibin û berhemên xwe pêşkêş dikin.”

Jenyara defê Esma Gulnema diyar kir: “Ez ji bajarê Zahîdan ê parêzgeha Sîstan û Belûcistanê hatim û cara yekem beşdarî vê festîvalê dibim. Hesteke gelek xweş e, ku min li vir gelek mamosteyan dît, beriya niha min ew ji dûr ve didîtin. Ez li vir mezinên defê ji nêz ve dibînim. Ez hêvî dikim careke din jî bikarim beşdar bibim.”

Beşdareke din a festîvalê ya bi navê Kîmya Ekberpûr diyar kir: “Em endamên Grûpa Awîn in, ji bajarê Yezdê hatin. Grûpa me beriya niha jî di vê festîvalê de beşdar bûn, lê ez bi xwe cara ewil e beşdar dibim, ez gelek kêfxweş im ku amûreke resen a weke defê ku amûreke îrfanî ya xaneqayan e, wisa di festîvalan de bi awayekî zanistî tê nasandin û reseniya wê jî tê parastin.”

Beşa pêşbaziyê ya festîvalê di nava çar rojan de û li Sînemaya Behmen a Sineyê birêve diçe.

Bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Rêxistina UNESCO ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve weke bajarê dahêner yê muzîkê hatiye qebûlkirin. Li vî bajarî her sal çend merasîm û festîvalên defjeniyê têne lidarxistin, loma nasnavê "Paytexta Defê" jê re hatiye dayîn.