Kurt: Ji bo tayînkirina mamosteyên Kurdî ez bi Wezîrê Perwerde re axivîm

Endamê Lijneya Rêvebirin û Biryardayînê ya AK Partî Abdurrahman Kurt: Ji bo tayînkirina mamosteyên Kurdî hêvî heye mamosteyên Kurdî werin tayînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî ji bo dersa Kurdî ku li dibistanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wek derseke bijarte tê dayîn û herî dawî 3 mamoste hatin tayînkirin banga tayînkirina 200 mamosteyên Kurdî kir. Abdurrahman Kurt ê siyasetmedarê partiya desthilat AK Partiyî ragihand wî li gel Wezîrê Perwerdehiyê hevdîtinek pêk aniye û Wezîr ji bo zêdetir tayînkirina mamosteyên Kurdî helwesteke pozîtîf nîşan da û rojên bê li ser vê daxuyaniyekê dê bê belavkirin.

Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê di destpêka vê mehê de bo beşên cuda 20 hezar mamoste tayîn kir, ji bo zimanê Kurdî tenê 3 mamoste hatin peywirdarkirin ku ev jî bû sedema nerazîbûna gelek aliyan.

Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî li Stenbol û gelek bajaran bi awayeke hemdemî bi daxuyaniyekê bal kişand ser kêmbûna hejmara mamosteyên tayînkirî û banga zêdekirina tayînkirina mamosteyên Kurdî kir.

Berdevkê Hezkurdê Barij Celalî got: “Divê tayinên plankirî ji nû ve bên nirxandin û da ku bigihije asteke baş. Em wisa difikirin ku 200 Mamosteyên Kurdî dikarin vê hewcedariyê bi cih bînin. Bi tayînkirina 200 mamosteyên din dê hêviyên tayînkirina ciwanên me yên ku berê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî mezûn bûne çareser bike.”

Endamê Lijneya Rêvebirin û Biryardayînê ya AK Partî Abdurrahman Kurt da zanîn li gel rayedaran li ser mijarê axivî û ji bo zêdetir mamosteyên Kurdî werin tayînkirin rojên bê daxuyaniyekê dê bê belavkirin.

Endamê Lijneya Rêvebirin û Biryardayînê ya AK Partî Abdurrahman Kurt ji ji K24ê re axivî û got: “Ez li ser vê babetê li gel birêz Wezîrê Perwerdehiyê re axivîm. Wezîr bi awayeke erênî nêzîkî meseleyê bû û got der barê vê babetê de dê kêmasiyekê çênebe. Ji bo kesên ev ders hilbijartine neyên mexdûrkirin xebatekê tê kirin. Hêvî heye ku zêdetir mamosteyên Kurdî werin tayînkirin.”

Serokê Partiya Deng Ayhan Bîlgen ji K24ê re got: “Eger li vî welatî Kurd hebin, zimanê Kurdî hebe ji bo fêrkirina vî zimanî pêwîst e dewlet bi awayeke wekhev û bêalî nexşerêyekê diyar bike. Bêguman li gor salên berê niha rewşeke xweş heye lê ev têrî nake. Madem beşên Kurdî li zankoyan hatine vekirin divê di pratîkê de jî hin gavên ku kêm hatine avêtin biçe serî.”

Li Tirkiyeyê piştî zimanê Tirkî zimanê herî zêde tê axaftin zimanê Kurdî ye û bi milyonan Kurdên li vî welatî ji perwerdehiya bi zimanê dayika xwe bêpar in. Zimanê Kurdî li dibistanan tenê wek derseke bijarte heftê bo çend saetên destnîşankirî tê dayîn.