Diyadîn Firat: Girêdana HDPê bi PKKê ve şaşî ye

Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Diyadîn Firat diyar kir, HDP partiyeke Tirkiyê ye û bi yasayên Tirkiyê hatiye damezrandin.
Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Diyadîn Firat
Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Diyadîn Firat

Hewlêr (K24) - Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Diyadîn Firat diyar kir, HDP partiyeke Tirkiyê ye û bi yasayên Tirkiyê hatiye damezrandin û got: “Girêdana HDPê bi PKKê ve şaşî ye.”

Diyadîn Firat ji bajarê Enqerê yê paytexta Tirkiyê beşdarî bultena K24ê bû û li ser daxuyaniyên Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku gotibû "Pêwendiya HDPê bi PKKê re tune ye", axivî.

Firat destnîşan kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) partiyeke Tirkiyê ye û bi yasayên Tirkiyê hatiye damezrandin û xebatên xwe li gor wan yasayan dimeşîne û got: “PKK tiştekî din e, girêdana HDPê bi PKKê ve, şaşî ye.”

Diyadîn Firat diyar kir, ji aliyê civakî ve tenê cemawera ku HDP û PKK xîtabê wê dikin, yek e û got: “Weke din pêwendiya HDP û PKKê bi hev re tune ye. HDP di şert û mercên Tirkiyê de dixwaze li hemû deverên Tirkiyê siyasetê bike.”

Endamê Desteya Rêveberiya HDPê Diyadîn Firat destnîşan kir, krîterên HDPê hene, ya yekem; çareserkirina pirsgirêkan bi rêya demokrasiyê, ya duyem; nasnameya Kurdan were nasîn, ya sêyem; qeyûmên ku li şûna serokên şaredariyan hatine danîn, ji kar werin dûrxistin û serokên şaredariyan vegerin ser peywirên xwe.