Li Serê Kaniyê di teqînekê de 2 kes birîndar bûn

Mînek di bazareke sergirtî ya li nava bajarê Serê Kaniyê de teqiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Du welatiyên sivîl di encama teqîna mînekê li navenda bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê de birîndar bûn.

Çalakvanên bajarê Serê Kaniyê belav kirin, mînek di bazara sergirtî ya bi navê Hec Wesfî ya li nava bajarê Serê Kaniyê de teqiya.

Dan zanîn jî, di encama teqînê de, 2 kes bi sivikî birîndar bûn.

Bajarê Serê Kaniyê û Girê Sipê di Mijdara 2019an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatibûn dagîrkirin.

Ji dema dagîrkirina herêmên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye, gelek caran jî teqîn rû didin û di encamê de welatiyên sivîl dibin qurbanî.