Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê: Tirkiye di ber kuştina sivîlan li Duhokê de berpirsyar e

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê: Tirkiyê di topbarana xwe ya dawî de, topên giran ên ji cureyê 155mm bi kar aniye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cuma Inad ragihand, Tirkiyê di topbarana xwe ya dawî de, topên giran ên ji cureyê 155mm bi kar aniye.

Inad di hevpeyvînekê ligel kanala “Alarabiya” de got, Enqerê “bersiva bangên Bexdayê nedaye” ku hêzên xwe ji leşkergeha Zîlikanê vekişîne, û tekez kir ku “hêzeke Tirkiyê ya bi qasî lîwayekê, 20 km derbasî bakurê Iraqê bûye.”

Derbarê topbarana hefteya borî ya li ser navçeyeke geştiyariyê ya Zaxoyê de ku di encamê de hejmarek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin. Inad got ku “Tirkiyê di topbarana xwe ya dawî de, topên giran ên ji cureyê 155mm bi kar anî.”

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, “Tirkiye dewleteke cîran û dost e, lê wê pir destdirêjî kirin.”  Inad ji aliyekî din ve jî got: “PKKê sûd ji şert û merc dît kir û ket kûrahiyê Iraqê”.

Aşkere kir jî: “Me pêşniyara avakirina navendên hevrêziyê li Diyarbekir û Mûsilê ji Tirkiyê re kir, lê em ji topbarana Tirkiyê matmayî man, ji ber ku Tirkan bi me re hevahengî nekir.”

Her wiha tekez kir: “Tirkiye di ber kuştina sivîlan li Duhokê de berpirsyar e”. Tekez kir jî: “Mafê qurbaniyên topbarana Tirkiyê dê bê berdêl winda nebe”.

Roja 20ê Tîrmehê navçeyeke geştiyariyê li gundê Perezê yê Zaxo hatibû topbarankirin, di encamê de jî 9 geştiyarên ji navarast û başûrê Iraqê hatibûn kuştin û zêdetir 25 geştiyaran jî birîndar bûbûn.

Wezareta Derve ya Iraqê roja 21ê Tîrmehê ragihand ku wan gilînameyek pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî kiriye û tê de daxwaz kiriye ku civîneke awarte ji bo gotûbêjkirina topbarana Zaxo were lidarxistin, ku Bexda Tirkiyê bi wê topbaranê tometbar dike.