Sazî û rêxistinên Şirnexê bertek nîşanî talankirina daristanan dan

Bi awayekî ne yasayî darên çiyayên Şirnexê tên talankirin.
kurdistan24.net

Şirnex (K24) - Sazî û rêxistinên civaka sivîl yên Şirnexê bertek nîşanî birîna daran dan û ragihandin ku bi awayekî ne yasayî darên çiyayên Şirnexê tên talankirin.

Baroya Şirnexê, Şaxa KESKê ya Şirnexê, Jûra Bijîşkan, Komeleya Xweza û Duçerxê ya Cizîrê, Nûnertiya Şirnex ya Komeleya Mafnasên Ji Bo Azadî, Jûra Endezyar û Avahîsazan û Komeleya Mafê Mirovan di daxuyaniyeke hevpar de ragihandin ku ev du sal in ji daristanên Şirnex bi awayekî ne yasayî dar tên birîn û talankirin.

Parlementer, endam û rêveberên sazî û rêxistinan û welatiyan piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku baroyê ji beriya niha derbarê bûyerê de li dadgehê giliya kesên ku daran dibirin kiriye, lê heta niha tevî hemû hewldanên wan serlêdan û banga wan bê encam maye.

Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin: “Li gorî daneyên fermî di salekê de %8ê daristanên Şirnexê hatine jinavbirin. Bi talankirina daran herêma me wêran dibe, dê cûreyên dar û giyayan li vir nemîne û cihên ajelan jî wêran bibin.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Parastina daristanan yek ji xalên destûrî ne. Her roj 20-25 barhilgirên daran ji van daristanan daran dibin. Birîna daran û tunekirina daristanan bandoreke xirab li tenduristiya mirov û ajelan jî dike.”

Sazî û rêxistinên Şirnexê eşkere kir: “Em vê yekê qebûl nakin, em van hewlên ku daristanan talan û wêran dikin şermezar dikin. Dê li hemberî talankirina daristan û xwezayê têkoşîna me berdewam bike. Em bang li rayedaran dikin ku pêşiya vê talanê bigirin û li cihên wan darên ku hatine birîn ji nû ve dar bêne çandin.”