Konsulxaneya Tirkiyê li Mûsilê rastî êrîşekê hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Tirkiyê li Mûsilê şeva borî bi 4 guleyên Hawinan hat topbarankirin.

Konsulxaneya Tirkiyê li Mûsilê di daxuyaniyekê de ragihand, şeve borî konsulxane bi 4 guleyên Hawinan hat armanckirin û Konsulê Giştî Mehmet Kuçuksakalli û tîma konsulxaneyê selamet in.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, jêdera êrîşê bi egerek mezin ji devera El-Sada û Baweza ye, ku ew navçe di bin kontrola lîwaya 30 ya Heşda Şeibî de ye.

Ev di demekê de ye, piştî topbarana navçeya geştiyariyê ya gundê Perexê li Zaxo ji aliyê topxaneya Tirkiyê ve û kuştina 9 geştiyaran û birîndarbûna zêdetir ji 15 kesan, li asta herêmî û navdewletî karvedanên berfireh li pişt xwe anîn. Li kolanên Iraqê rastî hêrseke û nerazîbûnên berfireh hat.