Li Bexdayê xwepêşandana alîgirên Sedir dest pê kir

Rewşa Bexdayê aloz e û hêzeke mezin a ewlehiyê hatiye belavkirin.

Hewlêr (K24) – Xwepêşandana alîgirên Tevgera Sedir li Bexdayê dest pê kir. Xwepêşander hewl didin berbestên li ber deriyê navçeya Kesk rakin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Bexdayê ragihand, rewşa Bexdayê aloz e û hêzeke mezin a ewlehiyê hatiye belavkirin.

Alîgirên Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser wê yekê rijd in ku namzedê Serokwezîriya Iraqê yê Nûrî Malikî û Çarçoveya Hevahengiyê ji namzedbûnê were dûrxistin.

Herwiha hat diyarkirin ku piraniya baregehên Tevgera Hîkme ku Emar Hekîm serokatiya wê dike, ji hêla alîgirên Sedir ve hatin girtin, herwiha metirsî li ser girtina baregehên aliyên din ên siyasî jî heye.