Hejmara birîndarên xwepêşandana Bexdayê gihîşt 125 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê belav kir, hejmara birîndarên xwepêşandana îro ya li Bexdayê, gihîşt 125 kesan ku 100 birîndar xelkê sivîl in û 25 birîndarên din jî endamên hêzên ewlehiyê ne.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê da zanîn, navendên tendirustiyê di dermankirina birîndaran de berdewam in û hemû xizmetguzariyên bijîşkî yên pêwîst pêşkêş dikin.

Alîgirên Tevgera Sedirê îro danê sibê derketin ser kolanan û ber bi Navçeya Kesk ve çûn, berbest derbas kirin û gihîştin nava avahiya Encûmena Nûneran a Iraqê.

Rewşa ewlehiyê li Bexdayê bi temamî aloz bûye. Çendîn daxwazên sereke yên xwepêşanderan hene, weke "dadgehîkirina Nûrî Malikî, hilweşandina parlamento û Dadgeha Federal".

Di wê derbarê de, Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de hişyariyeke bilez da aliyên siyasî û destdirêjiya li ser xwepêşanderan xiste stûyê aliyên siyasî û got, hêzên ewlehiyê ligel çaksaziyê ne û çaksazî ligel wan e.