Alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê dixwazin bigihin avahiya hikûmetê

Li ser daxwaza aliyên Çarçoveya Hevahengiyê, îro danê êvarê bi sedan alîgirên wê hevpeymaniyê, ber bi avahiya hikûmeta Iraqê bi rê ketin.
Alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê xwepêşandanê dikin
Alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê xwepêşandanê dikin

Hewlêr (K24) – Li ser daxwaza aliyên Çarçoveya Hevahengiyê, vê êvarê bi sedan alîgirên wê hevpeymaniyê, ber bi avahiya hikûmeta Iraqê bi rê ketin.

Alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê weke alîgirên Tevgera Sedir derketine ser cadeyên Bexdayê û dixwazin biçin ser Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran û karûbarên hikûmetê têk bibin.

Roja şemiya borî, alîgirên Tevgera Sedir çûn ser parlamentoyê û li ber hemû liv û tevgerên nûneran bûn asteng.

Li hember vê yekê, alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê dixwazin bi heman şêwe karûbarên hikûmetê asteng bikin û nehêlin êdî kabîneya hikûmetê karên xwe bimeşîne.

Çarçoveya Hevahengiyê di wê baweriyê de ye ku Mistefa Kazimî, alîgiriya Sedir dike û loma bi hêsankariya hêzên ewlehiyê, alîgirên Tevgera Sedir karîn parlamentoyê kontrol bikin.

Li ser biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, yekeyên cuda yên Îstixbarat, Dije Teror, Polîsê Federal û Hêzên Taybet li ser rêyên sereke yên derdora avahiya hikûmetê di amadebaşiyê de ne û ew hêz nahêlin alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê nêzîkî avahiya hikûmetê bibin û herwiha dîwarekî tund ê ewlehiyê hatiye dirustkirin.