Li Şirnexê mînek di otomobîleke leşkerî de teqiya.. Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Qilebanê yê Bakurê Kurdistanê di encama teqînekê de, paswanekî ewlekariyê hat kuştin û 2 pasewanên din jî birîndar bûn.

Li gundê Roboskiyê yê li Qilebanê yê ser bi Şirnexê ve li ser riya baregeha leşkerî ya Beyaztepeyê, dema otomobîleke leşkerî derbas dibû, mînek pê de teqiya.

Di encama teqînê de, paswanekî ewlekariyê hat kuştin û 2 pasewanên din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, paswanên birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.